Hefteya Ciwantiya Musulman Bi Dawî Bû
Ji Platforma Nesla Quranê ve 1-8ê Hezîranê hefteya ciwantiya Musulman a Dinyê hatiye îlan kirin.
Ji Platforma Nesla Quranê ve 1-8ê Hezîranê hefteya ciwantiya Musulman a Dinyê hatiye îlan kirin. Bi vê Munasebetê gelek bername hatin lidarxistin, di bernama li Batmanê hate lidarxistin de xelata xortên di pêşbaziya de ketine derecê hate dayîn.
Bername bi xwendina Quranê destpêkir.
Hemdîn Aslan, di bernameyê de li ser xebatên di vê heftê de hatine kirin me’lûmat da.
Alîkarê Serekê Huda Parê Saîd Şahîn û Parêzer Cemal Çoban, Serekê Serokatiya Batmanê Doktor Aydin Gök û rayedarên partiyê, Serekê Platforma Nesla Quranê M. ‘Elî Altun, dengbêjin ajansa Ozlemê, temsîlkarên komeleyan, xwendekar û hemwelatî beşdarê bernameyê bûn.
Alîkarê Serekê Huda Parê Seîd Şahîn di bernameyê de xeberdanek kir. Se’îd Şahîn di xeberdana xwe de go: “Dema em li ciwantiya îdeal a Îslamê binihêrin divê em vegerin çavkaniyên Îslamê. Allah Te’ala di çavkaniyên Îslamî de bi awayekî safî raxistiye û diyar kiriye.”
Pey stran û îlahiyên hatin hunandin, xelatên xortên di pêşbaziyan de bi serketine hate dayîn. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.