Hejmara ‘Emeliyatan Roj Bi Roj Zêde Dibe

Hejmara ‘Emeliyatan Roj Bi Roj Zêde Dibe

Di sala 2002’an de di tevî nexweşxaneyan de Milyonek û 600 hezar ‘emeliyatê tibbî hatiye kirin, lê belê ev hejmar di sala 2012an de gihîşte 4 Milyon û 500 Hezar ‘emeliyatê tibbî.

 Di sala 2002’an de di tevî nexweşxaneyan de Milyonek û 600 hezar ‘emeliyatê tibbî hatiye kirin, lê belê ev hejmar di sala 2012an de gihîşte 4 Milyon û 500 Hezar ‘emeliyatê tibbî.

Di navbera 2009 û 2013an de bi tevahî 16 Milyon ‘emeliyatê tibbî hatiye kirin. ‘Emeliyatên Tibbî bi awayê giran, weset û xefîf tên teqsîm kirin.

Li Tirkiyê ji her 100 ‘emeliyatî 53ê di nexweşxaneyên wezareta Sihhetê de tên kirin, ji sedî 33ê yê ‘emeliyatan di nexweşxaneyên xisûsî de û ji sedî 15ê ‘emeliyatan jî di nexweşxaneyên zanîngeha de têne kirin.

Tê beyan kirin ku di kamûyê de sîstema perfonmansê û di nexweşxaneyên xisûsî de jî tezyîqata patronan li ser hekîman bi awayekî menfî xwe nîşandide. Ji bo ku hekîm bighên hedefa xwe pirtir ‘emeliyatan dikin. Di vê derbarê de jî kontrola divê bê kirin bi awayê tam nayê kirin û kêm e.

Li gor lêkolîna ji sê hekîman yekî ji nexweşên problemên wan pir in direvin. Ji sedî 37ê hekîman ji tedawîyên komplîkasyonên wan bilind e xwe dûr dikin, digel ku îmkana tedawiyê heye jî ji sedî 24ê hekîman nexweşên bi rîsk sewq dikin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.