Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên siyonîstên îşxalker de şehîd ketin bû 21 hezar û 672 kes

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên siyonîstên îşxalker de şehîd ketin bû 21 hezar û 672 kes

Siyonîstên îşxalker li Xezzeyê li gelek nuqteyan êrîş li dar xistin. Li Xezzeya ku êrîşên dijwar lê didomin, di 24 saetan de zêdeyî 200 Filistînî şehîd bûn. Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 21 hezar û 672 kesan.

Di dema ku tankên îşxalkerên siyonîst Xan Yûnisa li başûrê Xezzeyê bombebaran kirin, balefirên herbê jî li ser kampa Nuseyratê ya li bakurê Xezzeyê bombyan avêtin.

Di bomberdûmana bênavber a 12 hefteyan dewam kir de 21 hezar û 672 kesan canê xwe ji dest dan.

Hejmara rojnamegerên ku mirin jî derket 106 kesan.

Bi desteserkirina 14 Filistînîyên din ên ji aliyê îşxalkeran ve jî hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê û vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa îşxalkirî hatine desteserkirin derket 4 hezar û 860î.

Di dema serdegirtina malên Filistîniyan de binpêkirinên wek muameleya xerab, lêdan, gef li girtiyan û malbatên wan, guleyên rasterast ên bi armanca kuştinê, wêrankirin û talankirina malên Filistîniyan tên kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.