Hejmara Kuştî, Brîndar û Multeciyên Surîye Zêde Dibin

Hejmara Kuştî, Brîndar û Multeciyên Surîye Zêde Dibin

Bi pêşevaniya weqfa ÎHHyê, ji 53 saziyên sivîl yên Sûriye, dora 100 temsîlkar li Stenbolê civiyan.

 Bi pêşevaniya weqfa ÎHHyê, ji 53 saziyên sivîl yên Sûriye, dora 100 temsîlkar li Stenbolê civiyan. Temsîlkar û nûneran dan zanîn ku, xelkê Sûriye pir hewceyê alîkariyêne.

Temsîlkar ji bajarên Hama, Xûmûs, Îdlîb, Şamê û ji hêla rohilat û rexê behrê hatine. Civîna şêwrê ji bo rewşa Sûriyê pêk hatiye. Temsîlkaran, civîna medyayî jî li dar xistin.

Serekê ÎHH-yê parêzer Bulend Yildirim diyar kir ku, dinya li ser kuştina xelkê Sûriyê bêdeng dimîne. Yildirim wiha got “Zêdetirî 64 hezar însan hatine kuştin. Ji wan 4 hezar û nîv zarok in. Li hinek deveran însan bên kuştin jî, merivên wan nikarin herin cesedê wan bînin. Hinek jî kuştina merivên xwe, ji ber ewlehiyê vedişêrin.”

Bulend Yildirim, bîlançoya Sûriyê ya 22 mehan wiha da zanîn:

Hejmara kuştiyan:64383,
Hejmara zarokên kuştî:4500,
Hejmara jinên kuştî:4800,
Hejmara birîndaran:225 Hezar,
Hejmara girtiyan: Zêdetirî 200 hezarî,
Hejmara kesên winda: Zêdetirî 100 hezarî,
Hejmara multeciyên navwelêt: Zêdetirî 4 mîlyon
Hejmara multeciyên li Urdun, Lubnan, Iraq û Tirkiye:Zêdetirî milyonekî. Ji wan 600 hezar kes di konan de dijîn.
Hejmara mektebên xerabe: 3500
Hejmara nexweşxane û klînîkên xerabe: 2 hezar

Her wiha ji sedî 60 araziyên çandiniyê û ji sedî 70 tîcaretxane nayên bikaranîn.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.