Hejmara Multeciyên Li Tirkiye 130 Hezarî Derbas Kir
Hejmara Multeciyên Li Tirkiye 130 Hezarî Derbas Kir.
Li gor me’lûmatên ji Serekatiya Îdara Afat û Rewşên ‘Acîl a Serekwezîrtiyê hatine sitendin, di 13 bajarên çadir, merkezeke qebûlê û bajarekî kokteyniran de li gor hejmarên îro 130 hezar û 449 multeciyên Sûrîye dihewin.
Ji alî Afadê; li Hatayê 5, li Ruhayê 2, li ‘Entabê 3, Li Mereş, Osmaniye û Semsûrê jî bajarekî çadiran hatiye avakirin. Dîsa li Kîlîsê jî bajarekî kokteyniran ku tê de 12 hezar kes dihewin hatiye avakirin.
Ji bo ku li Herranê û Nizîbê jî bajarekî kokteyniran a ku 20 hezar kes dikarin tê de bihewin bê avakirin xebat didomin.
Li gor hejmarên dawî ji Nîsana 2011a ku şer destpê kirine hejmara multeciyên ku hatine Tirkiye 170 hezarî derbas kiriye.
Welatiyên Surîye ji alî Afadê ve di kampên ku li bajaran hatine avakirin de ev ji salekê zêdetir e ku tên hewandin. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.