Hejmara Penaberên Sûrîye: 180 Hezar

Hejmara Penaberên Sûrîye: 180 Hezar

Hejmara multeciyên Sûriye yên ku ji ber şer û hadîseyan reviyane Tirkiyê, bi ser 180 hezarî ket. Multeciyên Sûriyê li 7 bajaran, di 14 konbajar, 2 konteynirbajar û merkezeke mûwaqet de dimînin.

 Hejmara multeciyên Sûriye yên ku ji ber şer û hadîseyan reviyane Tirkiyê, bi ser 180 hezarî ket. Multeciyên Sûriyê li 7 bajaran, di 14 konbajar, 2 konteynirbajar û merkezeke mûwaqet de dimînin.

Li gor AFADa serokwezîrtiyê, zêdetirî salek e ku pêdivî û tiştên wanî hewce tên temînkirin. Lê dîsa jî rewşa wan ne ewqas baş e. Ji hêla sihhet û aboriyê ve şerpeze ne. Kesên seqet û birîndar û ji merivê dûr, bêtir perîşan in.

Li aliyê din li Reyhanliya Hatayê, li deriyê sînor ya Cîlwegozuyê, teqînek pêk hat. Hat gotin ku saet di 2 û nîvan de, di wesaîteke bi plaqa Sûrî de, teqîneke şedîd qewimî. Tê texmîn kirin ku, wesaît bombekirî bûye. Li gor agahiyên ewil, di hadîseya teqînê de 9 kes hatin kuştin, zêdetirî 25 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku di nav wan de 4 kesên Tirkiyeyî jî hene. Li ser hadîseyê gelek ambulans sewkî herêmê bûn. Lêpirsîn û lêkolîn dewam dikin. Ji ber teqînê nêzî 15 wesaît xisar dîtin.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.