Hejmara qurbaniyên barana zêde ya li Stenbolê gihîşt 2 kesan
Di barana dijwar a ku li Stenbolê barî de, zarokekî 14 salî ku li Fatîhê ceryanê pê gir û kesek ku li Sariyerê ji ber lehiyê bi giranî birîndar bûbû, digel temamî mudaxeleyên tenduristî yên li nexweşxaneyên ku ew lê birin, nehatin rizgarkirin.
Zarokê bi navê M.I. piştî ku li Parka Çukurbostan a Fatîhê ji nav gola avê derbas dibû, bi ceryanê ket. Ji aliyê paramedikan ve ew rakirin nexweşxaneyê, lê digel hemû hewldanên tenduristî jî, zarokê 14 salî mir.
Li taxa Ayazaga ya Sarıyerê, li ser Kolana Dereboyu, S.Y. yê 34 salî, dema ku hewl dida bi rêya avê di nav lehiyê re derbas bibe, şemitî û ket, serê xwe li asfaltê xist. S.Y. bi alîkariya kesên ku li kêleka rê bûn ji avê hat derxistin û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Seyrantepe Hamidiye Etfal, û li wir mir.
Hat ragihandin ku di derbarê herdu bûyeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.