Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.382 kesan
Hejmara şehîdan li Xezzeyê, ku îşxalkerên siyonîst ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve êrîşan li ser wan dikin, gihîştiye 74 hezar û 382 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê derbarê rewşa dawî ya li Xezzeyê de, ku îşxalkerên siyonîst tevî peymana agirbestê jî sivîlan hedef digirin, daxuyaniyek weşand.
Wezaretê ragihand ku di êrîşên artêşa îşxalker ên di 24 saetên dawî de, ku agirbest îxlal kirine, sê kes şehîd bûne û 18 kes jî birîndar bûne.
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku du sivîl ji ber birînên ku di êrîşên berê de wergirtibûn canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.