Hejmara Zarokên Ku Kişkişînî Sûcan Dibin Zêdetir Dibe
Li gor saziya Îstatîstîkan, li Tirkiye her sal dora 75 hezar zarok, kişkişînî sûcên cûrecûr dibin. Nêzî 15 hezarê wan, ji herêma Ege û Behra Sipîne.
Li gor saziya Îstatîstîkan, li Tirkiye her sal dora 75 hezar zarok, kişkişînî sûcên cûrecûr dibin. Nêzî 15 hezarê wan, ji herêma Ege û Behra Sipîne. Her wiha di hejmara van zarokan de, her sal zêdebûn diqewime.
Li gor lêkolîn û îstatîstîkan, sebebên ku zarokan teşwîkî sûcan dikin ev in: Di malbatê de di navbera zarok û mezinê wan de têkilî zeîf bibe, îman û me’newiyat û tehsîl û terbiya zarokan zeîf û hindik be, îmkanên sihhet û sosyalî yên zarokan kêm bin, hawêr û derûdora zarokan, hevalbendê zarokan, zarokan teşwîkî û kişkişînî sûcan dikin.
Pispor beyan dikin ku, divê di malê de di navbera zarok û dê û bav de, têkiliyên germ û xweşik û qewî hebin, zarok ji îman û me’newiyatê ne mehrûm bin, li mekteb û di nav grûbên hevalbendiyê de, bi zarok û hevalên qenc re dostanî û hevaltî bikin, ji bo vê yekê jî divê li zarokan guhdengî hebe. Tê îfade kirin ku aktîvîte û fealiyetên sosyol yên li gor me’newîyet û terbiyê jî, ji bo bikaranîn û bipêşvexistina qabîliyeta zarokan hewce ne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.