“Heke dereng jî bibe piştî 36 salan ez vê yekê erênî dibînim”
Mela Mehdî Sevînçê ji mexdûrên 12ê Îlonê heftiyeke berê bi Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku çûbû Çewlîgê re hevdîtin kir. Sevînç diyar kir ji ber ku ew piştî 36 salan ketine bibîran vê hevdîtinê erênî dîtiye.
Mela Mehdî Sevînç diyar kir ji ber ku wan ji makeqanûna derbeyê ya 12ê Îlonê re raya ‘na’ bikar anîne tu tişt nemaye ku nehatiye serê wan. Sevînç diyar kir ku piştî 36 salan serokwezîreke bi xwe guhdariya wan kiriye ew vê hevdîtinê erênî dibîne.
Sevînçê ku di heyama derbeya 12ê Îlonê de li Çewlîgê xatibiya melatiyê dikir diyar kir ji ber ku wê ji makeqanûna derbeyê re raya ‘na’ avêtiye ew û gelek kesên wekê wî hatine sirgûnkirin û dçarê gelek eziyetan bûne.
Mela Mehdî Sevînç, heftiyeke berê bi Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku çûbû Çewlîgê re hevdîtin kir. Sevînç qala mexdûriyetên ku di wê heyamê de çêbibûn kir.
“Binefser piştî encama hilbijartinê ji min re got ‘ez hêvîdar im ku tu li vir bimînî’ ”
Sevînç wiha diyar kir: “311 hilbijêrên gundoka Aksakala girêdayê gundê Hazarşahê ya ku ez li wir bûm hebû. Ji van 311 kesan 301ê wê gotin ‘na’. Hilbijartin bidawî bû û sandûq hatin vekrin. Ez çûm nimêja esrê. Piştî nimêjê gazî min kirin. Ji min re gotin ‘em girtîname dinivîsin.’ Ez çûm piştî ku girtîname neyînî derket binefser ji min re got; ‘mela haya te jê hebe dê em vê meblaxê ji nû ve binivîsin. Dê em girtînameyê bigûherînin. Lewra min nenivîsîbû. Encam çi bû berevajiya wê kirin. Dûvre ji min re got ‘ez hêvîdar im ku tu li vir bimînî’. ”
“Li Çewlîgê 17 melayan sirgûn kirin”
Sevînç diyar kir ji ber ku li gelemperê Çewlîgê encam gor daxwaziya cuntaya leşkerî derneketiye wezîfedarên dînê hatine cezakirin. Dûvre Sevînç wiha li axavtina xwe zêde kir: “Miftiyê me hilanîn merkezê. Ji 17 wezîfedarên dînê 14ê wê şandin Gêxiyê û 3yê wê şandine derên din.”
“Ceza didan wezîfedarên dînê yên ku bê qrewat dizivirîna”
Sevînç diyar kir ku ew heyamekî dirêj mane bê xwarin û xênî û heta ava vexwarinê ya wan jî tunebûye. Dûvre Sevînç wiha destnîşan kir: “Me bes dikariya mehê careke nan bi xwapriya. Dema me bê qrawat jî bidîtina ceza didan me. Dema ku em serê mehê diçûn Gêxiyê me xwarin dixwar. Me 29 rojên din xwe bi çay û penîrê têr dikir. Şerm e ku mirov bibêje me mehê careke serê xwe dişûşt. Em wekê însanan nedijîna. Tu sûcên me tunebû. Bes li Çewlîgê ji ber ku li gelemperê Tirkiyê di warê ‘na’ de bibû yekemîn me gelek zehmetî kişand.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.