Heke doz ji bangewaziya Demîrtaş xweser were rêvebirin dê adilane pêk nêyê

Heke doz ji bangewaziya Demîrtaş xweser were rêvebirin dê adilane pêk nêyê

Rojnamevan û endamên STKyê yên ku beşdarê niştina 9 emîn a Doza Yasîn Boru bûn destnîşan kirin heke doz ji bangewaziya Demîrtaş xweser were rêvebirin dê adilane pêk neyê.

Rojnamevan û endamên STKyê yên ku beşdarê niştina 9 emîn a Doza Yasîn Boru ya ku li Enqerê dihat dîtin bûn destnîşan kirin heke doz ji bangewaziya Demîrtaş xweser were rêvebirin dê adilane pêk neyê. 

Rojnamevan û endamên STKyê yên ku beşdarê niştina 9 emîn a Doza Yasîn Boru ya ku li Enqerê dihat dîtin bûn diyar kirin wehşeta PKKê ya ku di 6-8ê Cotmehê de pêk hatiye hêj jî nayê jibîrkirin. 

Rojnamevan Bayram Zîlanê ku dozê dişopîne diyar kir heke doz ji bangewaziya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş xweser were rêvebirin dê adilane pêk nêyê.

Zîlan diyar kir poştî ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî hatin girtin giringiya dozê zêdetir bû. Dûvre Zîlan wiha axivî: “Hûn jî dizanin ku fitîla qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî bangewaziya li kolanan a Demîrtaş pê xist. Rastî derketina kolanan a gel tenê bi serê xwe çênebû. Bangewaziya Demîrtaş a ku pir eşkere ye heye. Li ser vê bangewaziyê gel derketin kolanan. Di heyama pêvajoya bûyerê ku 2 sal berê  di 6-8ê Cotmehê de pêk hat de di derhaqê Demîrtaş û hevalên wî de hewldaneke çênebû. Wekê ku çawa vê bangewaziyê Demîrtaş nekiriye yekê din vê yekê kiriye.”

Zîlan wiha axavtina xwe domand: “Baweriya min ew e ku dê bi girtina demîrtaş re dê doz çêtir bê meşandin. Heke em li vir dixwazin ku doza Yasîn Boru û yên hevalên wî bi şiklekî rast bi awî bibe divê pêvajoya ku bi bangewaziya Demîrtaş re dest pê kir baş were tehlîlkirin.”

“Em zextê bidin ser wan da ku sûca di derbarê qetilkirina Yasîn Boru û yên hevalên wî jî were pirskirin”

Zîlan axavtina xwe ya piştî di derbarê mijarê de pirsa têkiliya ‘Sûcdariya kû Demîrtaş pê tê sûcdarkirin û Doza Yasîn Boru de têkilî heye gelo?’ wiha domand: “Heke tunebe ev yek nabe. Wek însanên ku vê dozê ji nêzîk ve dişopînin em divê vê yekê bipirsin. Divê ku em bi şiklê empatiyê li mijarê mêze bikin. Dema ku wisa lê bê mêzekirin dê pirsa ‘kî lawê min kuşt’ bê hişê mirov. Nexwe Em zextê bidin ser wan da ku sûca di derbarê qetilkirina Yasîn Boru û yên hevalên wî jî were pirskirin.”

Serokê Giştî yê Saglik-Senê Abdulazîz Aslan destnîşan kir pêwîst e bersûc wek ceza çi heq dikin bistînin.

“Di vê welatê de ev cara yekem e ku însan bi vê şiklê hatin qetilkirin”

Aslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bûyerên 6-7ê Cotmehê hêj jî nehatiye ji bîrkirin. Heke hûn dibêjin ‘em dewleteke hiqûqparêz in’ em teleb dikin ji bo ku ev însan neyên mexdûrkirin bila qetîlên birayên me wek ceza çi heq dikin bistînin. Bûyereke wiha tune. Di vê welatê de ev cara yekem e ku însan bi vê şiklê hatin qetilkirin.”

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.