Hekîm ji bo Xazzê meşîyan

Hekîm ji bo Xazzê meşîyan

Li gelek bajarên welat hekîm dadikevin kolanan û ji bo Xazzê û berxwedanê bernameyên meşê tertîp dikin. Piştî meşa ku li Semsûrê hat lidarxistin de hekîm ji Îlkhayê re axivîn û êrîşên siyonistên îşxalker protesto kirin.

Çalakîyên ku ji teref doxtoran ve ji bo bal bê kişandin li ser qetlîam û qirkirina ku li Xazzê tê kirin berdewam dikin.

Çawa ku li gelek bajaran bernameyên meşê hat lidarxistin li Semsûrê jî ji teref hekîman ve meş hat lidarxistin.

Di dema meşê de hekîman bênavber li dijî siyonistên îşxalker slogan avêtin û ew telîn kirin.

Hekîmên ku derbarê mijarê de ji Îlkhayê re axivîn ew ê her tim hewl bidin da ku ew karibin wê zilm û zordarîya siyonistên îşxalker bi dinyayê bidin hesandin û wiha gotin: “Em ê tim û tim li dijî zilmê bin. Heta zilm berdewam bike em ê qetîyen nesekinin. Em ê bi temamê hêza xwe li dijî zilma ku tê kirin birawestin. Ew zilm û zordarî û qirkirina ku ev bû zêdetirî 2 mehan li Xazzê tê kirin qetîyen nayê qebûlkirin. Xweda bela amerîka û siyonistên îşxalker bide.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.