Helîkoptera eskerî ket: 13 kes jiyana xwe ji dest dan

Helîkoptera eskerî ket: 13 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin helîkoptera eskerî ya ku ji Fermendariya Tugayê ya Şenobaya Şirnexê bi hewa ket piştî demeke ku bi hewa ket re ketiye erdê.

Di daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hatiye dayîn de di derheqê mijarê de hat ragihandin helîkoptera eskerî ya ku di nav de 13 personel hebû piştî ku bi hewa ket re di derdora seat 20.55an de ket erdê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin 13 kesên ku di nava helîkopterê de bûn tev jiyana xwe ji dest dane.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin lêkolîna di derheqê bûyerê de berdewam e.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.