Hemas Heyetekê Dişîne Cem Mursî

Hemas Heyetekê Dişîne Cem Mursî

Hemas Heyetekê Dişîne Cem Mursî

Alîkarê Serekê Dezgeha Siyasî a Hemasê Mûsa Ebû Merzûq, diyar kir ku dê heyeteke di serekatiya Xalid Meş’el de bi Serekcimhûrê Misrê Mursî re hevdîtinekî pêk bînin.

 

Merzûq beyan kir ku heyeta ku dê bi Mursî re hevdîtin pêk bîne dê ji ber serkeftina Mursî a di hilbijartinan de Mursî piroz bikin û li ser mijarên di derbarê Filistînê de xeberdin.

 

Ebu Merzûq, dîsa beyan kir ku roja ku dê Meş’el bighê Qahîrê dê di navbera Mehmûd ‘Ebbas û Mursî de jî dê hevdîtinek pêk bê.

 

Merzûq beyan kir ku îddîayên dê Mursî fikrên ‘Ebbas, bighîne Hemasê ne rast in, di navbera her du aliyan de tu neyartî nîne.

 

Merzûq, hevdîtina Meş’el û ‘Ebbas a ji bo rakirina pirsgirêkên di navbera her dû aliyan de jî înkar nekir. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.