Hemasê Beyanat Weşande

Hemasê Beyanat Weşande

Hemasê Cewaba Îftîrayên ‘Ebbas Bi Beyanatekê Da

 Hereketa Berxwedana Îslamî a Filistînê Hemas beyanatekê weşande.

Di beyanatê de li ser mijara berpirsiyarekî Hereketa Fethê ku di Televizyona Fethê de hinek beyanata dabû û îftîrayên ji bo Hemas ‘Ebbas murace’etî Milletên yekbûyî neke li Dohayê bi heyeteke Siyonîst re civiyane sekinî. Di beyanatê de cewaba van îftîrayan hat dayîn.

Hemasê go: “’Ebbas ji bo qebehetê xwe yê di Televizyona Siyonîstan de biveşêre îftîrayan davêje û ev yek ne tiştekî ğerîb e. Ew hînê vira bûne.”

Hemas wiha pê de çû: “ Dost û neyar herkes dizane ku Hemas bi tu awayî hevdîtînên bi Siyonîstan re qebûl nake û red dike. Sedemê vê îftîraya Fethê ew e ku gotinên Mehmûd ‘Ebbas yên di Televizyona siyonîstan de veşêre.

Li gor tê zanîn Mehmûd ‘Ebbas di Televizyona Siyonîstan de xeberdabû û gotibû ku: Multeciyên filistînî heqê wan tuneye vegerin erdên xwe yên berê û li serê jiyana xwe dewam bikin.  ‘Ebbas bi van peyvên xwe reaksiyan gelek filistîniyan kişandibû û bi xiyanetê hatibû sucdar kirin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.