Hemwelatiyên Kirgizî: Piştî ku me rîsaleyê nas kir jiyana me guherî
Lijneyeke ya ku ji Kirgizîstanê hat Gundê Nursa girêdayê navçeya Hîzana Bedlîsê ya ku Bedîuzzaman Saîd Nursî zîyaret kir diyar kir ku di saya berhemên Rîsaleyê Nûrê de jiyana wan guheriye.
Lijneyeke ya ku ji Kirgizîstanê ya ku bi minasebeta 57emîn salvegera wefata Bedîuzzaman Saîd Nursî hat Gundê Nursa girêdayê navçeya Hîzana Bedlîsê diyar kir ku di saya berhemên Rîsaleyê Nûrê de jiyana wan guheriye.
Heyeta ku ji Kirgizîstanê hat ji ÎLKHAyê re axivî. Heyetê destnîşan kir piştî ku wan Rîsaleyên Nûr nas kirine jiyana wan pir guheriye. Ji ber vê yekê wan ji bo ku Rîsaleyên Nûrê bixwînin tawsiye li gel kirin.
Ji hemwelatiyên Kigizîstanê Askar Clokeyv, diyar kir ku wî di heyama xwendekariya zanîngehê de berhemên Saîd Nûrsî nas kiriye û pirsên ku di hişê wî de hebûye piştî ku Rîsaleyên Nûrê xwendiye hel bûye.
"Nêrîna min a li dinyayê ji bilî ve guherî"
Clokeyv wiha axivî: “Dema ku min hinek pirsan ji mamosteyên xwe pirsî wan gotin ‘şeytan ketiye nava te. Ev pirsên çawa ne?’ û nediwêrîna bersiva van pirsan bidana. Piştî ku min Ustad xwend di jiyana min de guhertineke mezin çêbû. Nêrîna min a li dinyayê ji bilî ve guherî.”
Clokeyv diyar kir dema ku qala Îslamê dihat kirin bes edakirina nimêjê û rojî dihat hişê wî. Dûvre Clokeyv wiha pê de çû: “Lê piştî ku Rîsaleyên Nûr xwend heqîqetên alemê, armanca hatina vê dinyayê ya însanan û çima însan mecbûr e wek bawermand bijî hatin bersivandin. Min çi qas xwend ew qas heqîqet eşkere bûn.”
Kerîm Torogeldîyev diyar kir 8 roj piştî ku wî Rîsaleyên Nûr nas kiriye dest bi nimêjê kiriye û piştî vê yekê ji ber ku ew pirr guheriye hevalên wî heyirîne.
“Çi qas zêde Ustad were xwendin tê fêmkirin, hûn fêm nekin jî hûn dibînin ku ruhê we fêm kiriye”
Saîr Aboîlkacanê ehlê Kirgizê jî wiha qala Rîsaleyên Nûrê kir: “Dema ku min Lîseyê dixwend ez bi teşwîqa xalê xwe çûm medresê. Rojên ewil ew bêhna min teng bû lê dîsa ez çûm. Piştî lîseyê ez çûm zanîngehê û di wê heyamê de ez di medresê de mam. Rîsaleyên Nûr min pir bandordar kir. Min dizaniya piştî ki însan dimirin ji holê radibin. Lê Rîsaleyên Nûr pirr baş qala vê yekê dike. Qala axîretê dike. Ez jê pirr bandordar bûm. Çi qas zêde Ustad were xwendin tê fêmkirin, hûn fêm nekin jî hûn dibînin ku ruhê we fêm kiriye.”
Abdurrahman Unalê ku ji lijneyê re rêbertî kir diyar kir ku ji sala 1996an pê ve li Kirgizîstanê xizmeta Rîsaleyên Nûrê didome. Unsal diyar kir ku her sal ji Kirgizîstanê komên cûr bi cûr tên tên Tirkiyê û ew jî mekanên ku Ustad Bedîuzzeman li wir sekiniye ji wan re dide naskirin.
Unsal wiha destnîşan kir: “Ustad bi şîara ‘dê ez bidim nîşanê dinê ku Quran nûreke ya ku nayê tefandin e’ hereket kiriye û xizmetan pêk aniye. Ustad dibêje ku dê ew van berheman bi dinê bide xwendin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.