Hênê çi dixwaze? Namzedê Serokê Şaredarîya HUDA PARê çi w'eda dike?

Hênê çi dixwaze? Namzedê Serokê Şaredarîya HUDA PARê çi w'eda dike?

Namzedê Serokê Şaredarîya Hênê ya Dîyarbekir yê HUDA PARê Îhsan Yaşar; projeyên xwe yên derheqê pirsgirkên navçe, şîkayetên xelkê û çareserîyan de danasînan kir.

Li Hêna Dîyarbekirê pirsgirêka binesazî, îstîhdam, av û ragihandinê heye.

“Malekî ku me di navçeya xwe de zîyaret nekirîye nemaye”

Îhsan Yaşar ku namzedê Serokê Şaredarîya Hênê yê HUDA PARê ye, îfade kir dema ku ew ji bo namzedîyê hatîye hilbijartin heta niha li hemû gund û malên Hênê gerîyaye û di vê pêvajoyê de gelek pirsgirêkên xelkê gohdar kirîye, li ser van pirsgirêkan ew jî projeyên xwe eşkere kir.

Yaşar ku li navçeyê di demeke dirêj e de dikandarîyê dike weha got, “Dema ku namzedîya min hat eşkerekirin heta niha min dest bi zîyaretan kir, ji ber ku ez jî dikandar im pirsgirêkan zanim û gundîyan zîyaret kirim, min bi wan re mihebbetê kir, şîkayet û pirsgirêkên wan gohdar kirim. Min pirsgirêk û şîkayetên xelkê xwe nivîsand. Di heman demê de ti malekî nemaye ku ez neçûme û wan zîyaret nekiribim. Me tenê zîyaretan nekir, bi rîspîyan re jî hevdîtinê kir.”

“Di zîyaretên ku me tertîp kir de pirsgirêkên pêşî bêkarî ye”

Yaşar destnîşan kir ku di serî de pirsgirêka Hênê bêkarî ye, “Dema ku me zîyaretan dikir pirsgirêkên ku di serî de ji me re dihatin gotin bêkarî bû. Me jî di projeyan xwe de ji vê meseleyê re cîhekî cuda çêkir. Bi îzna Xwedê dema ku em di 31ê Adarê de werin deshilatdarîyê em ê ji bo çareserîya van pirsgirêkan xebatan bikin û demekî be jî em ê vala nemînin.”

Yaşar di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di vê meseleyê de du projeyên wan hene, ya yekemîn ew ê febrîqeyekî vebikin û ya duyemîn jî ew ê bi karsazan re hevdîtinê bikin û cîhên îstîhdamê çêbikin.

“Em ê ji bo qîz û kurên xwe yên ciwan febrîqeyên tekstîlê vebikin”

Yaşar weha got, “Me di projeyên ku amade kirîye de difikirin ku febrîqeyekî parkeyê vebikin. Ya duyemîn jî ji bo îstîhdamê projeyên me hene. Dema ku ez bûm namzedê serokê şaredarîyê karsazên ku ez wan nasdikim hebûn. Ew bi xwe ji min re gotin ‘ger ku hûn qezenc bikin em ê destekê bidin we’ em ê bi vê şeklê hem ji qîzên xwe yên ciwan hem jî zilamên xwe yên ciwan re tekstîlên cuda vebikin.”

Yaşar îfade kir ku planên wan ên îmarê jî hene û ew ê di wan îmaran de cîhên civakî jî çêbikin:

“Kirê û avahî gelek baha ne. Em ê ji wan re dest bavêjin û bi tevî zemînê xanîyên 5 qatan lêbikin. Ji bo êtîm û feqîran aşxaneyê vebikin û ew ê di wan aşxaneyan de rojê du dan ji wan re xwarin bê çêkirin. Kuçikên beredayî jî di binçavê beytar de bibin sitargehan. Ji ciwanên me yên ku ew ê bizewicin re jî alîkarîya cihêzê bikin. Dema ku em werin şaredarîyê di demeke kurt de pirsgirêka avê ji holê rabikin; ji pirsgirêkên qenalîzasyon, parke û bêkarîyê re dest bavêjin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.