Hepsa Bagramê Dewir Kir
Emrîka Hepsa Bagramê Dewrî Efğanîstanê Kir
Emrîka bi îşgala Efğanîstanê, li welatên muslumana dest bi zulm û zordestiya xwe kir. Bi dagirkeriyê tenê nema, hepsên mezin jî xistin bin kontrola xwe. Bi vî awayî li Efğanîstanê di Bagramê de, li İraqê di Ebû Ğureybê de mîna hepsa Gûantanamo zulm û wehşetên xwe rast kir. Bi hezaran Efğan û İraqî di bin îşkenca de derbas kir. Kêsên bi a wê nekir, wan şande Guantanamoyê. Rûyê xwe yî qebîh bi hepsa Ebû Ğureybê kifş û eşkere kir.
Xeberan diyar kir ku Emrîka li Efğanîstanê hepsa Bagramê dewr û teslîmî îdara Efğan kiriye. Bagram li Efğanîstanê ji hepsên herî mezin e. Pirrê wan mensûbên Talîban, tê de 3 hezar mehkûm hene.
Tê gotin ku di hepsa Bagramê de li mehkûman pir me’melên xerab û îşkence dihat kirin ji teref Emrîka ve. Wekî tê zanîn eskerên Emrîka tê de bi sedan Quran û kitêbên Îslamî jî şewitandibûn.
Li aliyê din li paytext Kabîlê, yekî êrîşa întîharî kir. Êrîşker xebatkarên CİA û baregeha İSAFê kire hedef. Di êrîşa bombeyî de 5 xizmetkarên CİA hatin kuştin. Talîban êrîşê girte ser xwe. Berdevkê Talîban Zebîhûllah Mucahîd diyar kir ku ofîsa CİAyê ya li Kabîlê buye amanc. Di êrîşê de 2 elemanê CİAyê jî ğeddar birîndar bûne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.