Hepsê Bipirse Ji Dê

Hepsê Bipirse Ji Dê

Wezareta Edalet û Îdara Hepsan Maliyên Girtiyan Jî Ceza Dikin

 Îdara hepsan li gor kêfa xwe, wezareta edaletê jî li gor menfîeta xwe bi girtiyan re me’melê dikin. Ev serê çend sala ye mîna girtiyan, malbat û merivên wan jî ceza dikin, hepsiyan sirgûnî deverê ji mal û memleketên wan pir dûr dikin. Ji xwe li ser rewşa hepsa tu karên qenc nayê kirin. Ji ber ku cîh di hepsan de nema ye, radibin hepsê din ava dikin.

Guro Adem, serê 19 salan e ku ji doza hîzbûllah girtiye. Di wan salên ku bêhiqûqî kesên dîndar dihatin cezakirin de hatibû girtin û ev serê 19 salan e ku heps bi heps tê gerandin. Berî niha li hepsa Mêrdîn bû, meriv û malbatên wî dikaribûn herne ziyareta wî. Feqet ew jî mîna girtiyên din sirgûnî hepsa Tokatê bû. Diya wî xaltîka Şerîfe Adem, pir nexweş e û di nexweşxanê de ye. Dixwaze kurê xwe ziyaret bike lê mecal û taqeta ku here Tokatê pê re nîne. Li xestê mexdûriyeta wê, ji halê wê qenc xuya dibe. Xaltîka Şerîfe wiha got “Kurê min sirf ji bo ku diçû camiyê û derza Quranê dida hat girtin. Ev 19 sal e ez bi hesreta wî me. Niha ez nikarim herim ziyareta wî. Ez zalima giliyê Xwedayê xwedyê mezlûma dikim.”

Kekê Guro Adem Ebdurrehman Adem jî, neheqiya ku li wan hatiye kirin û mexdûriyeta xwe anîn ziman. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.