Hêsîrên Zarok Yên Fîlîstînî
Komîteyeke xisûsî ya dewletên yekbûyî ya ku lêkolîna îhlalên heqên însanan dike beyan kir ku, li hepsên rejîma terorê siyonîst Îsraîlê, 5 hezar girtiyên Fîlîstînî sîstematîk me’melên xerab dibînin.
Di beyanê de tê gotin ku, ji ber siyonîst nahêlin bi maliyên xwe re hevdîtinê bikin, 20 mehkûm bi amanca sûcên bêdelîl protesto bikin ketine greva birçîbûnê. Her wiha di beyanê de bal hat kişandin ser me’mela ku, li zarokên girtî tên kirin. Tê beyankirin ku zarokên girtî marûzî îşkence û me’melên xerab dibin.
Di beyanê de wiha tê îfadekirin: Zarokên Fîlîstînî nîvê şevê ji malên wan tên girtin, nahêlin mezinên wan bi wan re derkevin, çav û destê wan tên girêdan.
Di hepsên siyonîst Îsraîlê de nêzî 200 zarokên Fîlîstînî hene. Di dawiya beyanê de hat gotin ku, ji bo pirsgirêkên Fîlîstînê bên helkirin, divê cemiyetên navnetewî zorê bidin hikûmeta Îsraîlê. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.