“Hevdîtina Aliman a 7emîn” ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tertîpkirin sibê ye

“Hevdîtina Aliman a 7emîn” ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve tê tertîpkirin sibê ye

"Hevdîtina Aliman a 7emîn" ya ku ji teref Yekitiya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve tê tertîpkirin ew ê du roj bidome.

Hevdîtina aliman a ku bû 7 salan e tê tertîpkirin, îsal jî di 15-16ê Cotmehê de bê tertîpkirin.

Hevdîtina aliman a ku bi şîara “Rola Ulemayê a di Pêşketin û Pêşveçûna Bi Fikr û Zanist de a Ummetê” bê tertîpkirin, ew ê li Dîyarbekirê li navenda ÎTTÎHADUL ULEMAyê bê lidarxistin.

Ev hevdîtina ku ji sala 2015an heta niha tê tertîpkirin, ji teref beşdarîyên gelek aliman ê di serî de alimên erdnigarîya Kurd ve tê lidarxistin.

Mela Muhammed Ozerê Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê derheqê hevdîtina aliman ên ku ji Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrîye, Libnan, Efxenistan, Lîbya û Urdinê beşdarî dibin de axivî, “Armanca me ya sereke ji van hevdîtinên ku em ê cara 7emîn li dar bixin, ew e ku alimên erdnîgariya Îslamê bi taybetî jî erdnîgariya kurdan li ser xalên hevpar bînin cem hev. Ji bo kêşeyên heyî yên li alema Îslamê çareserî bên dîtin û di pêşdebirina wê de roleke pêşeng bilîzin. Em ji Xweda Teala hêvî dikin ku ev hevdîtin ji bo pirsgirêk û alozîyên heyî yên alema Îslamê çareserîyê bide." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.