Hevdîtina Amed û Eqsayê
Ji aliyê komela şehîd Elî Haydar Bengî Hay-Derê ve, ji bo şehîdên gemiya Mavî Marmarayê, bi navê “Hevdîtina Amed û Eqsayê” bernameyek hat lidarxistin.
Ji aliyê komela şehîd Elî Haydar Bengî Hay-Derê ve, ji bo şehîdên gemiya Mavî Marmarayê, bi navê “Hevdîtina Amed û Eqsayê” bernameyek hat lidarxistin. Huda Par, Ak Partî, Cemiyeta Mustezefan, Ay-Der, Îhvan-Der, Yetîm-der û hinek saziyên sivîl yên din tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de tevliyeke mezin hebû û tekbîr û slogan hatin avêtin.
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Serekê Hay-Derê Muhammed Seyda silav kir û xebardaneke kin kir. Dûre sînevîzyonek hat weşandin. Aktîvîsta Mavî Marmarayê parêzer Gulden Sonmez, xeber da. Donmez wiha got “Îsraîl ji bo tezmînatê dinyayê jî deyne pêş me, em bi qatilan re di eynî maseyê de rûnanin. Amanca me ew e ku erda Fîlîstîn ji îşgala siyonîst Îsraîl rizgar bibe.”
Lêkolîner û nivîskar Ahmet Varol jî da zanîn ku, xwedîderketina li Mescîda Eqsayê, xwedîderketina li namûsê ye. Xwedîderketina li Qûdsê ne tenê wezîfa xelkê Fîlîstînê ye, wezîfa hemî muslumana ye. Dûre sekreterê giştî yê yekîtiya alimên muslumanê cîhanê prof. Mûhyeddîn Elî Qaradağî, ayeta 169an ya sûretê Al-î Îmranê bilêvkir û da zanîn ku şehîd nemirîne, Elî Haydar Bengî nemiriye. Ew şehîdê ummeta Îslamê ye. Ew li ber zulmê şehîdê însaniyetê ye. Ew torinê Selaheddîn Eyyûbî şehîdê Kurdistanê ye.
Bername bi zarê Prof. Muhyeddîn Elî Qaradağî ve bi xwendina duayê bi dawî bû. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.