Hevdîtina Erdoğan û Meşal

Hevdîtina Erdoğan û Meşal

Hevdîtin Di Fitariyê De Bi Heyetek Mezin Pêk Hat.

Serokwezîr Teyyîb Erdoğan û serekê Hamasê Xalid Meşal, di fitariyê de hatin cem hev. Di hevdîtinê de, wezîrê karên derve Ehmed Davûtoğlû û musteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî hazir bûn. Hevdîtin bi qasî 3 saetan dewam kir. Der heqê hevdîtinê de, tu beyan nehat kirin.

Piştî hevdîtinê, Teyyîb Erdoğan bi Davûtoğlû û Fîdan re qasekê peyivî.

Li aliyê din hat diyar kirin ku wê hemî deriyên sînor yên bi Sûriye re, bên girtin. Wezîrê Gumruk û Tîcaretê Hayatî Yazici îfade kir ku wê ji îro pêve, hemî deriyên sînor yên bi Sûriye re bên girtin. Wê tir nikaribin derbasî Sûriye bibin û tirên ji hêla Sûriye ve jî, wê neyên qebûl kirin. Lê eger wesaît di van deriyan re derbasî welatekî din bibe, wê jê re destûr bê dayîn. Wekî tê zanîn bi Sûriye re 13 deriyên sînor hene. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.