Hevdîtina Erdoğan û Obama

Hevdîtina Erdoğan û Obama

Serekwezîr Erdoğan, li Qesra Sipî bi serekê Amerîka Barak Obama re hevdîtinek kir.

Serekwezîr Erdoğan, li Qesra Sipî bi serekê Amerîka Barak Obama re hevdîtinek kir.

Hevdîtina Erdoğan û Obama nêzîkî du se’etan dewam kir. Pey hevdîtinê her dû serek derketin pêşberê medyayê.

Serekê Amerîka beyan kir ku; li ser rewşa Afğanîstanê, bernameya nukleerê a Îranê, têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê û aşîtiya li Rohilata Navîn xeberdane. Obama dîsa beyan kir ku li ser têkiliyên tîcarî a navbera herdû dewletan jî xeberdane û go: “Em biryardar in ku têkiliyên xwe yên li tîcarî bipêşxin.”

Maddeya bingehî a hevdîtinê jî Sûrîye bû. Barak Obama, di derbarê polîtîkaya Amerîka a Sûriyeyê de peyaman da.

Obama go:  "Emê tezyîqatên li ser rejima Esed bidomînin. Emê hewl bidin ku pêvajoya demokratîk a navnetewî di vê derbarê de pêk bê.”

Pey Obama Erdoğan peyivî. Serekwezîr beyan kir ku; Ji bo pêşxistina têkiliyên tîcarî herdû serek di heman fikrî de ne û di derbarê Sûriye de jî di navbera wan de mutabeqeteka tam heye.”

Serekwezîr Erdoğan di derbarê ziyareta xwe a Ğezzeyê de jî me’lûmat da. Erdoğan go: “Di meha Hezîranê de ezê herim Ğezze û Şerî’a Rojava.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum