Hevdîtina Erdoğan û Tusîadê
Serekwezîr Erdoğan, bi serekê Lijneya Îdarî a Tusîadê Muharrem Yilmaz re di derbarê protestoyên Parka Geziyê de hevdîtinek pêkanî.
Serekwezîr Erdoğan, bi serekê Lijneya Îdarî a Tusîadê Muharrem Yilmaz re di derbarê protestoyên Parka Geziyê de hevdîtinek pêkanî.
Serekê Lijneya Îdarî a Tusîadê Muharrem Yilmaz pey hevdînê derket ber kameraya.
Yilmaz, beyan kir ku di derbarê ekonomiya Tirkiyê de tiştekî metirsîdar nîn e. Yilmaz go: “Ev serkeftina di derbarê ekonomiyê de ji bo di jiyana civakî de jî xwe nîşan bide û Demokrasiya me bi pêşkeve çi kêmasiyê me hebin me li serê fikrên xwe parvekirin.”
Di derbarê Lobiya Faîzê de jî Yilmaz go: “Sedemê vê yekê tirsên Serekwezîrin ku naxwaze îstîqrara ekonomîk xirabibe.”
Yilmaz dîsa beyan kir ku, “pirsgirêk bi Demokrasî û hûqûqê divê bên çareserkirin. Bi şewitandin, xirakirin û pevçûnê nayên çareserkirin. Divê tûndî û terora ku em hewl didin jê safî bibin ji nû ve li me venegere. Em van tiştan şermezar dikin.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.