Hevdîtina Li Enqerê

Hevdîtina Li Enqerê

Ehmed Davutoğlu û Tariq Haşimî Hevdîtin Pêkanî

Mehkema İraqê, di ğiyabiyê de ceza îdamê li Tariq Haşîmiyê alîkarê serekcimhûrê İraqê birî. Piştî qirara ceza îdamê, Haşimî û wezîrê karên derve Ahmed Davutoğlu, di koşka wezareta karên derve de, hevdîtin pêkanî.

Tariq Haşimî got ku hevdîtina wan, berî niha hatiye plankirin, di hevdîtinê de meselên ji bo menfîeta Tirkiye û İraqê hatine niqaş kirin. Ji aliyê wezareta karên derve hat diyar kirin ku, ceza îdamê ya ku li Haşimî hatiye birîn jî hatiye xeberdan.

Îro, Tariq Haşimî civîna medyayî li dar xist. Di civînê de wiha beyan kir “Qirara îdamê ya di ğiyabê de ne meşrû ye û ez qebûl nakim. Malikî mehkema İraqê polîtîze kiriye. Li İraqê edalet nema ye. Divê teşkîlata Dewletên Yekbuyî, li İraqê li ser îhlalên heqê însana bisekine. Li İraqê hîqûqa navnetewî hatiye binpêkirin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.