Hevdîtina Li Herêmê
Davûtoğlû û Barzanî Li Ser Têkiliyan û Rewşa Sûriye Hatin Cem Hev
Do bişev Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Davudoğlu û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de cîgirê serokê AKP, her du Konsolosên Tirkiyeyê yên li Hewlêr û Bexdayê û herwiha Serokwezîr û Cîgirê Serok, Serokê Parlementoya Kurdistanê û hijmareke din ji Rayedarên Kurdistanê tê de beşdar bûn.
Di civînê de behsa têkiliyên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de û xisûsî rewşa Sûriye hat kirin. Her du aliyan li ser têkiliyan, kêfxweşiya xwe diyar kir û teqez li ser berfiretir û xurtir kirina têkiliyê han di her warî de kirin.
Her du alî diyar kirin ku, rewşa Sûriyeyê rewşeke gelek tevlîhev e û Gelê Sûriyeyê ji rewşê bi panîk û tirse, kuştin û wêranbûna li Sûriyeyê, di asteke bêhempa deye, û tewrê Rejîma Esed, rewşa aloziyên etnîkî û dînî dijwartir dike.
Her du alî xwestin ku li Sûriye îdare bi aştiyane bê guherandin û tenê îradeya Gelê Sûriyeyê li ser paşeroja Sûriyeyê qirar bide.
Her wiha di derbarê rewşa vê welatî de her du alî amadebûna xwe jî bo Gelê Sûriyeyê, diyar kirin daku milletê Sûriye bigihêje heq û xwestekên xwe yên meşrû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.