Hevdîtina Meşal Û Erdoğan
Çend roj berê serokê Hamasê Xalid Meşal hatibû Enqerê û li qonaxa serekwezîrtiyê bi Teyyîb Erdoğan re hevdîtinek pêk anî bû
Çend roj berê serokê Hamasê Xalid Meşal hatibû Enqerê û li qonaxa serekwezîrtiyê bi Teyyîb Erdoğan re hevdîtinek pêk anî bû. Hevdîtin ji medyayê re girtî hatibû kirin.
Niha teferruat û xeberdanên hevdîtinê eşkere bûn. Lîderê Hamasê Xalid Meşal, li ser hevdîtinê wiha got: “Tirkiye dewletek e ku qîmetê dide mesela Filistînê. Me di hevdîtinê de di serî de mesela Filistînê, li ser meselên li herêmê xeber dan.
Hevdîtinên aştiyê yên di navbera rejîma siyonîst Îsraîl û el-Fetîhê de, xapandinê dinyê ye. Rejîma siyonîst Îsraîl dixwaze Mescîda Eqsayê beş bike û yahûdiyan bi cî bike. Di xeberdanan de rewşa însanî ya li Ğezzeyê, trajediyên diqewimin, nexweşxane, îlaç, pêdivîyên perwerdeyê yên zarokan, ambargoya li ser Ğezzeyê û rewşa li Şerîaya rojavayê jî hebûn.”
Xalid Meşal da zanîn ku sîyonîst di camiya el Xelîlê de, ayîna bi dans û muzîkê kiriye. Îhlalên siyonîstan yên li ber Mescîda Eqsayê jî dewam dikin. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.