Hevdîtina Pûtîn û Obama

Hevdîtina Pûtîn û Obama

Civîna G8an a ku serekatiya demî Îngîlîstan dike li Îrlandaya Bakûr destpêkir.

Civîna G8an a ku serekatiya demî Îngîlîstan dike li Îrlandaya Bakûr destpêkir.

Civîn dê du roj dewam bike. Di civînê de 8 dewletên ku xwedî ekonomiya herî mezin in dê li ser mijarên ekonomiya global û şerê Sûrîye bipeyivin.

Di vê çarçoweyê de, Serekê Amerîka Obama û Serekê Rûsya Pûtîn hevdîtinek kirin. Di hevdîtinê de digel ku li ser mijara Sûrîye lihevnekirin jî qirar dan ku li Cenevreyê aliyan li ser masayekê bicivînin.

Pûtîn go: “Ji bo ku em pirsgirêka Sûrîye çareser bikin me qirar da ku em tevî aliyan li Cenevreyê li dor masayekê bicivînin.”

Obama jî go: “Fikrên me di derbarê Sûrîyê de ji hev cuda ne. Lê herdû alî jî dixwazin ku li Sûrîye şiddet dewam neke.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.