Hevdîtinên Mît û Îmralî
Hevdîtinên di navbera Mît û ‘Ebdullah Ocalan de didomin. Wezîrê ‘Edaletê Se’dûllah Ergîn vê yekê rast derxist û di vê çarçoweyê de tê hêvîkirin ku di nava hefteya bê de hinek pêşveçûnê nû çêbibin.
Hevdîtinên di navbera Mît û ‘Ebdullah Ocalan de didomin. Wezîrê ‘Edaletê Se’dûllah Ergîn vê yekê rast derxist û di vê çarçoweyê de tê hêvîkirin ku di nava hefteya bê de hinek pêşveçûnê nû çêbibin. Teşkîlata Mîtê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike di çarçoweya hevdîtinan de wê li Hewlêrê bi îdarevanên Pkkê re jî hevdîtinan bike. Li gor îddîayan wê Hakan Fîdan bi xwe jî beşdarî van hevdîtinan bibe.
Li gor îddîayên di medyaya Tirkiyê de tê hêvî kirin ku Abdullah Ocalan di nav deh rojan de agirbestî îlan bike û ji gerîlayên pkkê bixwaze ku xwe vekişînin dervî sînor.
Krîza di derbarê heyeta ku wê here Îmralî jî hat derbaskirin. Di nav deh rojan de wê heyeta duduyan a Bdpê here Îmralî. Nameyên Abdullah Ocalan yên ku ji Qandîl û Milê Pkkê yê Awrûpa re nivîsandiye, wê bê ragihandin.
Ev, dê bibe destpêka pêvajoya sîlahberdanê. Digel van gavên Abdullah Ocalan wê hukumet jî pakêta edliyê ya çara, bîne rojeva meclîsê. Ev pakêt berdana girtiyê kckê pêşdibîne.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.