Hevdîtinên Pkk û Dewlet
Şêwirmendê Erdoğan Yalçın Akdoğan go: “ Ocalan, bi perspektîfeke nû peyamên nû da civakê.”
Şêwirmendê Erdoğan Yalçın Akdoğan go: “ Ocalan, bi perspektîfeke nû peyamên nû da civakê.”
Yalçın Akdoğan tevlî bernameya televizyoneke xisûsî bû pirsên jê hatin pîrsîn bersivand. Akdoğan di derbarê pêvajoyê de go: “Divê tetbîqat bê dîtin. Hukumetê xwe xistiye bin rîskeke mezin.”
Akdoğan peyvên xwe wisa domand: “Pey pêvajoya Oslo dewletê deriyê xwe bi temamî girt. Ocalan vê yekê dî: Heger êrîşên bi sîleh hebin dewlet kesî muxateb qebûl nake. Dewam kirina êrîşan Ocalan nedikir muxateb û wî li derve dihişte. Heger ku êrîşeke dinê bê kirin wê Ocalan li dervê meselê bimîne.
Akdoğan dîsa go:" Meqset ji peyva emê jehrê vexwin ne ew e ku emê te’wîza bidin. Teqez hevdîtin hene û dema li hev bê kirin gav tên avêtin. Di navbera Oslo û vêga de ferq heye. Heger sîleh ji navberê derkevin dê têkoşîna me û Bdpê bi nêrîna siyasî dewam bike. Li vê derê pirsgirêk ne ew e ku însan ji utopyayên cudane. Pirsgirêk ew e ku ev bi sîlehan tên kirin. Heger sîleh di navberê de nîn be wê ev bi siyasetê bê kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.