Hevpeymaniya Kurdistanî: Bila Malikî bizane Barzanî cidî ye
Teyîb amaje kir ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dikeve nav pelên dîrokê wek yekem Serokwzîrê Iraqê ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê birriye.
Mueyed Teyîb, di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Barzanî cidî ye di gotinên xwe de û tiştên ku dibêje dibe serî, bi ti awayekî jî em xwe naxin bin îradeya Bexdayê, ew xewn e.”
Teyîb amaje kir ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dikeve nav pelên dîrokê wek yekem Serokwzîrê Iraqê ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê birriye.
Mueyed Teyîb her wiha dibêje: “Mezin û zarokê Iraqê dizanin ku Serok Barzanî di gotin û helwêstên xwe de cidî ye, û bi zimanê gef û êrîşê wek xelkên din daxuyaniyan nade, Barzanî bi aşkere got ku em êrîşî ti aliyekî nakin û ji ti kesî jî qebûl nakin ku îradeya xwe li ser me bispîne.”
Di daxuyaniyê de Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê amaje dike ku birrîna mûçeyên fermanberan û kesên xanenişînkirî li Herêma Kurdistanê binpêkirina destûrê ye û “Herêma Kurdistanê jî li hember vî karî bêdeng nabe.”
Herwiha Teyîb tekez kir ku “Dîrokê derxistiye ku kî bi zimanê êrîşê axiviye û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd her dem ligel zimanê nerm û danûstandinê bûye.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.