“Hewl didin ku gel jihev bikin"
NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş diyar kir ku hinek kes li ser malpera civakê bi propexendeyên ku dikin hewl didin ku gel jihev bikin.
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di Kulliyeya Serokkomartiyê de ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Kurtulmuş diyar kir ku hewl tê dayîn da ku gel jihev bibe.
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku êrîşa herî dawî wek wesf ji êrîşên din cuda ye û bi van êrîşan peyam ji Tirkiyê re dişînin û hewl tê dayîn da ku gel jihev bibe.
Kurtulmuş wiha ragihand: “Bi propexendeyên ku li ser malpera medyaya civakî tên kirin hel didin ku gel jihev bikin. Nêzî tevahiya vê gelê di derbarê vê yekê de xwedî tecrûbe ne. Di derbarê êrîşa Beşîktaş û Ortakoyê ji teref Wezîrtiya me ya Karûbarên Hindir ve di derbarê 347 hesabên medyaya civakî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.