Hewla teblîxkirinê yê mamê kal mirov diheyîrîne

Hewla teblîxkirinê yê mamê kal mirov diheyîrîne

Li Rihayê Abdullah Togunê 62 salî yê ku di nav wesayîtan de wek teblîx qala Îslamê dike pir mirov diheyîrîne.

Abdullah Togunê (62) ku ev çendîn sal e li Rihayê di nav wesayîtan de wek teblîx qala Îslamê dike bi derfetên xwe heqîqetên ku ew hîn bûye wek weaz ji gel re radigihîne.

Togun diyar kir ku wî ber wek waez ji gel re qala Îslamê kiriye. Togun xercaneya xwe bi paqijiya ku di mizgeftê de dike temîn dike. Wê perê jî exlebê wê ji bo rê xwerc dike da ku ji gel re qala Îslamê bike. Togun ragihand ku ew ji vê karê gelek memnûn e.

“Min fêm kir ku ji bo dinya û axîret ji Îslamê pê ve tu tişteke tune”

Togun destnîşan kir ku ew ji Mela Dervîşê Diyarbekirî yê ku li Rihayê tê naskirin ji xwe re kiriye mînak. Dûvre Togun wiha pê de çû: “Ez di sala 1954an de li Gundê Porroya girêdayê Hîlwana Rihayê hatime dinê. Lê ez li Gundê Kavalikê mezin bûm. Ez di sala 1968an de ji gund hatim navenda bajêr. Min di nabeyna salên 1968-1970yan de li Rihayê alimeke yê bi navê Mela Dervîş nas kir. Min waezên wî her tim dişopand. Dema kum in wî nas kir min dest bi tehqîqata Îslamê kir. Min dest bi xwendin û hînbûna Qur’anê kir. Ez li ser jiyana pêxemberê ku ji teref Xweda ve hatiye şandin sekinim. Min her tim tiştên rast didît. Dûvre dema ku min li jiyana kesên ku di rêya Xweda de naçin mêze dikir min ditîn ku dijayetî heye. Dûvre min fêm kir ku ji bo dinya û axîret ji Îslamê pê ve tu tişteke tune.”

Togun diyar kir ku wî cara ewil di nav wesayîtan de dest bi qala Îslamê kiriye. Dûvre Togun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di sala 1987an de ji Mêrsînê diçûm Enqerê. Ji bo axavtina 3-4 peyvan min misade ji ajovanan dixwest. Wî jî wek misadeyê mikrefonê dida min. Min hewl dida teblîx dikir. Piştî ku min mala xwe bir Rihayê min dest bi axavtina di nav wesayîtan de kir. Hinek ajovanên otobusan misade nedikirin ku ez biaxivim.”

 “Gelek kes dibêjin ‘gûh nede kesên ku bertek nîşandidin’ tu axavtina xwe bidomîne”

Togun wiha qala bûyereke ye ku serê wî de hatiye kir: “Di vê rewşê de em hilbijartineke bikin. Kesên ku dixwazin bila destên xwe ranekin yên naxwazin bila destên xwe rakin. Dûvre 2 kes nexwestin ku ez qal bikim. Yên din dixwestin. Dûvre min jê pirsî û got ‘derdê te çiye, tu çima naxwazî ku ez qal bikim?’ Wek bersiv ji min re got ‘tu çewt dibêj’. Min jî jê re got ‘heke du dizanî were qal bike’ dûvre ew sekinî.”

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.