HEYECANA LEYLETULQEDRÊ

HEYECANA LEYLETULQEDRÊ

Leyletulqedra şeva mubarek şeva ji hezar mehî bixêrtir, li hundir û dervê welêt, bi coş û heyecanek mezin hat îhya kirin

 HEYECANA LEYLETULQEDRÊ
ŞEVA MUBAREK LI NAV Û DERVÊ WELÊT BI HEYECAN HAT ÎHYA KIRIN

Leyletulqedra şeva mubarek şeva ji hezar mehî bixêrtir, li hundir û dervê welêt, bi coş û heyecanek mezin hat îhya kirin. Milletên muslumanên cihanê, camî dagirtin, tesbîhat  û xwendina mewlûd û Quranê hat kirin, nimêj û îbadet hat kirin, ji bo mezlûm û mustezefan, ji bo ummet û însaniyetê, duayên xêr û xweşiyê, silh û xelasiyê, rehm û bereketê hatin kirin. Li hinek deveran îkram hat dayîn.

Yek ji van îhyakirina leyletulqedrê ya balkêş, li mescîda Eqsayê bû. Digel siyonîst Îsraîl nahêle Ğezzeyî û kesên di bin 40 salî re herin mescîda Eqsayê jî, zêdetirî 500 hezar Filîstînî, di şeva mubarek de, li mescîda Eqsayê civiyan. Sef girtin, nimêj kirin, nîşan dan ku Eqsa nebêxwedî ye. Hat îfade kirin ku ji 1996an vir ve, cara ewil e ku qerebalixek wisa li Mescîda Eqsayê dicive.

Wekî tê zanîn teklîfek çûbû meclîsa siyonîstê îşgalker dakû Eqsa di navbera musluman û Yehûdiyan de bê par kirin. Li ser vê rewşê, Weqfa muessese û mîrasa Eqsayê jî gazî Filîstîniyan kiribû ku deh rojan li Eqsayê têkevin îtîqafê.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.