Heyeta HUDA PARê li herema erdhejê lêkolînan kir
Heyeta HUDA PARê piştî erdheja ku li Samsata navçeya Semsûrê pêk hat re çû herema ku lê erdhej çêbû û lêkolînan kir. Heyeta ku li cihê heremê lêkolînan kir derd û kulên hemwelatiyan guhdar kir.
Di 2yê Adara 2017an de li Samsata Semsûrê di mezinahiya 5,5an de de erdhejek pêk hatibû. Heyeta HUDA PARê ya ku di nav de Arîkarê Serokê Giştî Mehmet Yavuz , Aydin Gok û Eyup Yanaç hebû, herema ku erdhej lê çêbûye ziyaret kirin û bi hemwelatiyan re hevdîtin kirin û derd û kulên wan guhdar kirin.
Piştî ziyaret û lêkolînan Arîkarê Serokê Giştî Mehmet Yavuz di derheqê rewşa Samsatê de nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir ji ber erdhejê di avahiyan de zirareke gelek zêde pêk hatiye û ew geşedaniyan ji nêz ve taqîb dikin.
“Ji ber ku tiştek bi kesî nehatiye em kêmxweş in”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew yek bi yek hemwelatiyan re hevdîtin kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me hemwelatiyan guhdar kir û me ji wan pirs kir ka kêmasî an jî zehmetiyeke wan heye yan na. Her wiha me bi qeymeqam, arîkarê walî û rayedaran re jî hevdîtin kir. Hemd ji Xweda re di encama hevdîtinên ku me kir de me dît ku ji xeynî çend kêmasiyan tu mişkîleyên ciddî tune ne. Ji ber ku tiştek bi kesî nehatiye em kêmxweş in. Hinek nexweş li ser piyan hatine dermankirin. Niha tu kesê ku li nexweşxanê tê tedawîkirin tuneye.”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir li gor danayên ku rayedar dane ji sedî nodê malan bi xisar in. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê tiştê ku me eleqedar dike di wextê wê de mudaxelekirina dewletê ya li vê derê ye. Him serokê me yê bajêra Semsûrê û him jî yê Samsatê ji ber ku di deqîqeyên ewil ên erdhejê de di nav xelkê de bûn û geşedaniyan dişopandin agahiyeke baş ji me re hat dayîn.”
Yavuz diyar kir asta ku niha lê hatiye gihaştin mirov kêfxweş dike û wiha pê de çû: “ Him Birêz Qeymeqam, him Birêz Walî û him jî AFAD, Heyva Sor û rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakê û bi heman awayî rayedarên dildar li vê derê hazir bûn û derdê welatiyan ji xwe re dikirin derd ku ev yek jî tezahura biratiya Îslamê û tezahura ji hev hezkirin û ji hev re alîkirinê ye.”
“Hewil tê dayîn da ku perwerde bidome”
Yavuz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir di warê perwerdehiyê de jî gav hatine avêtin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li gor agahiyên ku me ji Arîkarê Waliyê xwe wergirtine li navendê ji bo perwerdehiyê kon hatine vedan û dê roja duşemê li van konan ders dest pê bikin. Ger ev der têra xwendevanan neke ew ê bi pergela veguhastinî ya ku ew ê ji navenda Semsûrê re bê kirin dê perwerdehî bê domandin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.