Heyeta Nato Bo Lêkolîna Cîhên Patriyotan Li Meletê Ye
Li ser teleba Tirkiyê heyetek ji Natoyê, ji bo li ser cîhên patriyotan lêkolînê bike hat bajarê Meletê.
Li ser teleba Tirkiyê heyetek ji Natoyê, ji bo li ser cîhên patriyotan lêkolînê bike hat bajarê Meletê. Heyet bi teyare daket firogeha Erhaçê û dûre jî bi wesaîtên eskeriyê çûn Ordueviya Meletê. Hat îfade kirin wê li ser cîhên patriyotan lêkolînê bikin û sibê ji Meletê vegerin. Di heyetê de ji Emrîka, Elmanya û Hollandayê yekun 30 pispor hene. Heyet wê bi wezîfedarên eskeriya Tirkiyê re, li Meletê, Edenê, Hatayê, İntabê û li Rûhayê dora 10 rojan lêkolînê bikin.
Wekî tê zanîn Tirkiye bi îddîa parastina xwe ya li ber êrîşên hewayî yên Sûriyê, ji Natoyê teleba fuzeyên patriyotê kiribû. Lê Îran û Rûsya ji van teleb û patriyotan gilîdar in û îfade dikin ku wê mesele û nerihetiya herêmê, alozîtir û xerabtir bike. Di vê çarçovê serekmeclîsê Îranê Larîcanî hatibû Tirkiyê û hinek hevdîtin pêkanî bûn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.