Heyeta Sûriye Qehirî
Mûrsî Peyivî Heyeta Sûriye Salonê Terk Kirin
Di civîna zîrweya dewletên serbixwe ya 16an de, serekcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî peyivî, îdara Sûriye tenkît kir. Ji ber tenkîdên wî, heyeta Sûriye salonê terk kirin.
Muhammed Mûrsî, beriya xeberdana xwe selewat anîn li ser pêxemberê me, dûre jî li her çar xelîfan rehmet diyarî kir û dest bi peyva xwe kir. Di xeberdana xwe de Esad û rejima Esad tenkîd kir û îfade kir ku “Esad guhnade telebên meşrû yên milletê xwe û ji telebên millet re, bi sîlehan cewab dide. Rejîmeke wiha zêde li ser piya namîne.”
Mûrsî ji bo mûxalîfan peyva şoreşgerên azadî bikar anî û diyar kir ku divê hereketa serbixwe, destekê bide şoreşa milletê Sûriye, rejîma Sûriye ji zû ve meşrûiyeta xwe winda kiriye.
Li ser xeberdana Muhammed Mûrsî, heyeta Sûriye qehirî û salonê terk kir.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.