Heyeta Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê wê biçe Xezzeyê

Heyeta Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê wê biçe Xezzeyê

Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê ji bo ku biçin Xezzeyê ya ku di bin dorpêç û êrişa rejîma îşxalker a sîyonîst de ye, heyetek pêk anîn.

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Alimên Misliman a Cîhanê Elî Muhyedîn el-Qeredaxîyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X da weha got: "Ji bo ku bi Misrê re ji bo ku bi rêya Refahê derbasî Xezzeyê bibe di bin serokatiya min de heyetek hat avakirin.”

Qeredaxî diyar kir ku Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê ji Misirê û Şêxê Saziya El Ezherê ya Misirê Ehmed El Teyib xwestiye ku wan ji Deriyê Sînor ê Refahê bibin Xezzeyê û weha got: "Dema ku hinek birayan gotin ku divê alim herin Xezzeyê, ez yekem qeyd bûm. Min got ez ne tenê li Refahê, li Xezzeyê jî me." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.