Heyv hat girtin

Heyv hat girtin

Heyv hat girtin, girtin çawa ku ji temamê dinyayê hat dîtin bi heman awayî ji welêt jî hat temaşekirin.

Doh êvarî heyv bi şikleke qismî hat girtin. Ev girtin li welêt di derdora 22.23an de dest pê kir û 22.25an de bi dawî bû. Girtina herî kamil ji Rûsyayê hat dîtin. Girtin herî dawî berî vê 2 salan di 28ê Îlona Sala 2015an de pêk hatibû.

“Di dema girtina heyvê de nimêj bikin û dia bikin”

Ji bûyera girtina tavê re Kusûf û ya heyvê re jî Husûf tê gotin.

Li gor hadîseke ku Bûharî rîwayet kiriye dema ku Îbrahîmê lawê Pêxemberê me  Hz. Muhammed wefat kiriye, Misliman gotine ku tav ji ber wefata Îbrahîm hatiye girtin û reş bûye. Ji ber  vê hewadîsê pêxemberê me derheqê mijarê de wisa gotiye: “ Tav û heyv ji wan delîlên hebûn û qudreta Xwedê ne. Ev her du  ji ber mirin û jiyana  tû kesî nayê girtin. Dema ku hûn ji girtina berê tav û heyvê re bûn şahid, heta ku berê wan vebe nimêj bikin û dia bikin.”(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.