“Hêzên Sipî” Kî Ne û Çi Dikin?
Di demên dawîn de, hadîseyên ku li herêmê diqewimin, bal kişand ser hêzên sipî
Di demên dawîn de, hadîseyên ku li herêmê diqewimin, bal kişand ser hêzên sipî. Tê beyankirin ku şebeka dewleta paralel, ji bo qaosê derîne, sûîqest jî tê de, dixwaze bi wasîteya hêzên sipî êrîşên provokatîf pêk bîne.
Qezeta Doğruhaberê bi rojnameger û nivîskar Aslan Değîrmencî re hevpeynînek pêk anî. Aslan Değîrmencî da zanîn ku kesên ji pêvajoya çareseriyê aciz in, her rêyên xerab diceribînin. Ji bo pêvajoyê bidin sekinandin, li herêmê êrîşên provokatîf rast dikin.
Hat xeberdan ku bi Ergenekonê Hêzên Sipî hatiye deşîfrekirin û niha li herêmê li pey derxistina qaosê ye. Berî niha wezîrê karên hundir Muammer Guler, li ser hadîseya Geverê beyan kiribû ku mixabin ji hundir û derve tê xwestin ku pêvajo bê sekinandin.
Nivîskar Değîrmencî diyar kir ku di hedefa dewleta paralel de, saziyên îslamî hene û bi lêv kir ku eger xelkê herêmê eqlêselîmiya xwe biparêze, ew ê ev tevgerên provokatîf pûç bibin. Ji lew divê mîmarên pêvajoyê jî, tedbîrên xwe xurtir bikin. Hêza ku kesên bimaske îdare dike deşîfre bike û bi millet re parve bike
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.