Hikûmet Guhnade Feryada Diyan
Li Rihayê Komela Uhuvvet-Dera endamê Platforma Heqên Însanî û Azadiyan, bi beyanateke nivîskî bal kişand ser îhlalên heqên însanî û bêhiqûqiyan.
Li Rihayê Komela Uhuvvet-Dera endamê Platforma Heqên Însanî û Azadiyan, bi beyanateke nivîskî bal kişand ser îhlalên heqên însanî û bêhiqûqiyan.
Komelê di beyanatê de wiha beyan kir “Çima hikûmet, der heqê qatil û failên qetlîama Roboskî de, xwe li kerr û koriyê datîne? Qey failên vê qetlîamê tune ne? Goya aktorên derbeya 28ê Sibatê tên mehkeme kirin, lê failên vê qetlîamê tên veşartin, nayên eşkere û ceza kirin. Di navbera van her dû tevgeran de, gelo îxtîlaf û nakokî tune ye?”
Di dewamiya beyanê de wiha hat gotin “Li Tirkiyê, mekanîzma edaletê bi rastî û heqqanî naxebite. Mehkûmên ji ber hessasiyetên xwe yên Îslamî di hepsan de ne, nikarin mîna girtiyên Ergenekon û 28ê Sibatê û mîna diz û derbekaran ji heqan îstîfade bikin. Dê û bavên yextiyar, ewê çawa herin hepsên zêdetirî hezar kîlometreyê dûr û kurên xwe ziyaret bikin? Çend diyên bi dilşewat, kurên xwe cara paşîn nedîtin û çûn ber rehma Xweda? Hikûmet hê li bendî mirina çend diyaye?”
Komelê, li ser rêziknameya hikûmetê ya der barê cil û kincê xwendekaran de jî, wiha beyan kir “Xelkê musluman, li ser vê yesaxa AKPê tepkî nîşan didin. Divê ji rêziknamê îbara “servekirî” bê derxistin. Qîzên musluman ne ji dêmaryê ne. Tesettur heta ku li her derê serbest be, emê mucadela xwe dewam bikin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.