Hikûmeta Bangladeşê Ya Dijminê Îslamê, Dixwaze Gulam Azam Îdam Bike

Hikûmeta Bangladeşê Ya Dijminê Îslamê, Dixwaze Gulam Azam Îdam Bike

Hikûmeta Bangladeşê, li Gulam Azam, Mewlana Delwar Huseyîn Seîdî û Selaheddîn Kûderê ceza birî

Hikûmeta Bangladeşê, li Gulam Azam, Mewlana Delwar Huseyîn Seîdî û Selaheddîn Kûderê ceza birî û dixwaze ku di 16ê Kanûnê ya salvegera serxwebûna Bangladeşê de înfaz bike.

Hikûmeta Bangladeşê ya dijminê Îslamê, Gulam Azam jî tê de 9 lîderên Cemaeta Îslamî, 2 parlementerên muxalefet û yek jî serbixwe, ji herba 1971ê mesûl digre û îddîa dike ku, di vê herbê de bi Pakîstanê re hevkarî kirine. Di vê herbê de 3 milyon Bangladeşî hatibûn kuştin. Cemaeta Îslamî van îddîayan red dike.

Li Bangladeşê partiya Avamî li îktîdarê ye û bi van qirarên îdamê meqseda wê ev e ku, nehêle welat ber bi Îslamê ve biçe û Bangladeşê ji Îslamê paqij bike. Sereka partiya Avamî û serekwezîra welêt Şêx Hasîna, bi behana lîderên Cemaeta Îslamî, dijminantiya Îslam û heyata Îslamî dike.

Hemî pisporên hiqûqê îfade dikin ku, qirara hikûmeta Bangladeşê rezîl û neheqî ye.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.