Hikûmeta Xezzeyê: Saziyên navneteweyî gelê Xezzeyê mehkûmî birçîbûnê kirin

Hikûmeta Xezzeyê: Saziyên navneteweyî gelê Xezzeyê mehkûmî birçîbûnê kirin

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya Xezzeyê diyar kir ku ji ber saziyên navneteweyî zêdetirî 800 hezar Filistînî li herêmên navend û bakurê Xezzeyê ji birçîna mane.

Midûrê Giştî yê Ofîsê Îsmaîl el-Sewabta destnîşan kir ku saziyên navneteweyî di çarçoveya êrîşên îşxalê û dorpêça ku tesîra wê li her qadên jiyanê dike, "Di warê pêşkêşkirina xizmetên însanî yên ji bo Filistîniyên XeZzeyê de rola xwe bi cih neanîne."

Savabta diyar kir ku saziyên navneteweyî li Xezze û herêmên bakur zêdeyî 800 hezar Filistînî bi birçîbûnê re rû bi rû mane û weha got, "Îro li Xezzeyê milyonek û 800 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û ji ber bêhelwestiya rêxistinên navneteweyî rewşa însanî bûye felaketekî."

Sawabta bang li rêxistinên navneteweyî kir ku saziyên hikûmetê û nexweşxaneyên li Xezzeyê ji sûc û êrîşên îşxalê biparêzin û diyar kir ku piştî komkujiya ku doh li kampa Mexazî ji aliyê îşxalkeran ve hatibû kirin, 7 malbat bi tevahî ji qeydên nifûsê hatin derxistin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.