Hilbijartinên Îranê

Hilbijartinên Îranê

Do li seranserê Îranê ji bo hilbijartinên serekcimhûrtiyê çûn ser sindoqan. Wezîrê karên hundir Mistefa Mûhammed Neccar da zanîn ku, 50 milyon û 460 hezar hilbijêr, ji bo 6 namzetên serekcimhûrtiyê çûne ser 130 hezar sindoqan.

Milletê Îranê danê sibehê zû, ji bo serekcimhûrê nû hilbijêrînin çûn ser sindoqên ku li mescid, dibistan û zanîngehan hatibûn danîn. Namzedên serekcimhûrtiyê; sekreterê kevn yê konseya ewlehiya mîllî Hesen Rûhanî, wezîrê karên derve yê kevn Elî Ekber Welayetî, sermizakerevanê Îranê yê bernama nukleerê Seîd Celîlî, sekreterê konseya tesbîtkirina berjewendiyên siyasî Mûhsîn Rizaî û serekê belediya Tehranê Mûhammed Baqir Kalîbaf bûn.

Li gorî encamên hilbijartinê Hesen Rûhanî, di pêş de ye.

Li Îranê serekcimhûr ji bo 4 salan tê hilbijartin û herî zêde dikare du dewra serekcimhûrtiyê bike. Serekcimhûr, Kabîne, meclîs, meclîsa şêwrê û konseya hefadan bi rayên xelkê tên hilbijartin. Rehber, hêzên eskeriyê, yargi û konseya edaleta bilind jî, tên tayînkirin.  BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.