Hilbijartinên Libya

Hilbijartinên Libya

Di Hilbijartinên Libyayê De Îttîfaqa Hêzên Millî Bi Ser Ket

Di hilbijartinên Libyayê de Partiya Îttîfaqa Hêzên Millî a ku serekatiya wê Mehmûd Cibrîl dike bi ser ket. Îttîfaqê pirê rayan bi dest xist. Partiya Îxwan-ul Muslimîn jî bû partiya duduyan.

Pey ketina rejima Qeddafî di hilbijartinên ‘ewwil de ji bo hilbijartina endamên Meclîsa Millî gel çû ser sindoqa. Li gor netîceyên dawî partiya Mehmûd Cibrîl di hilbijartinan de pirê raya wergirt..

Îttîfaqa Hêzên Millî, di meclîsa 200 kursî de ji 80 kursiyên ji bo partiyên siyasî hatine cuda kirin 39ê wî bidest xist..

Partiya Îxwan-ul Muslimînê Libyayê, Partiya ‘Edalet û Pêşveçûnê jî di hilbijartina de 17 kursî bi destxist û bi vî awayî bû partiya duduyan di hilbijartinan de. 120 kursiyên meclîsê jî ji wekîlên bi kesî ve ne girêdayî re hatine texsîs kirin. Îxwan-ul Muslimîn î’lan kir ku di nav wan de hinek namzetên wan hatine hilbijartin.

Komîsyona Hilbijartinê a Mezin a Libyayê î’lan kir ku partiya Cibrîl ji sedî şêst rayan wergirtiye. Cibrîl berî niha gotibû ku ger di hilbijartinan de bi serkevin dê hikûmeteke berfireh çêkin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.