Hilbijartinên Mehellî Nayê Bipêşxistin
Serekwezîr Diyar Kir Ku Wê Di 2014an De Hilbijartin Bê Çêkirin
Hikûmet dil dikir ku hilbijartinên mehelî, bi 5 mehan berî wext bên çêkirin. Ji ber ku li meclîsê piranî bi dest nexistibû. Ji ber vê yekê jî mesele çûbû ber destê serekcimhûr. Wî jî dîsa vegerandibû meclîsê. Li meclîsê li dîrok û rojan hilbijartinan hemfikirî pêk nehat.
AKPya ku li Kizilcahamamê ketibû qempê, qirara çêkirina hilbijartina ya di wextê normalî de da. Qirar ji teref serekwezîr Erdoğan ve hat diyar kirin. Tayyîb Erdoğan wiha got “Di pêş de 3 salên muhîm hene. Di 2014an de hilbijartinên mehelî û serekcimhûrtiyê, di 2015an de hilbijartinên wekîlan tên çêkirin.”
Erdoğan di xeberdana xwe de giraniya xwe da ser tenkîdkirina muxalîfetê. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.