Hinartina Petrolê Dest Pê Kir

Hinartina Petrolê Dest Pê Kir

Berî niha di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, li ser petrolê peyman hatibû îmzekirin

Berî niha di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, li ser petrolê peyman hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê ew ê heta serê salê herêm dest bi şandina petrolê kiriba.

  Berdevkê hikûmeta herêmê Sefîn Dîzeyî, jî ajansa Anadoluyê re xeber da ku heta serê salê ew ê petrolê bişînin. Dîzeyî wiha got: “Neşandina neftê, ji ber arizeyên teknîkî ye. Îdara Herêma Kurdistanê, ji bo îxrackirina neftê, ev nêzî sal û nîvekê ye ku amadehiyên xwe yên teknîkî û dîplomatîk dike.”

   Li aliyê din malpera Rûdawê diyar kir ku bi awayekî fermî, şandina petrola Herêma Kurdistanê, di xeta boriya navbera Herêm û Tirkiyê re dest pê kiriye.

Hat beyankirin ku di serdana vê dawiyê ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê de, peymana hinartina petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin, lê nedihat eşkerekirin.

   Her wiha hat zanîn, wê petrola herêmê, nîvê wê ji nirxa navdewletî erzantir bifiroşin Tirkiyê û nîvê din jî, bi nirxa bazara cîhanî, bişînin û bifiroşin welatên din.

   Berî niha, ji wezareta çavkaniyên sirûştî ya herêmê hatibû gotin ku di dema testkirina xeta boriyan de, ew ê rojî 150 hezar bermîl petrol bê şandin û heta dawiya sala 2014an jî, ew ê rojê 400 hezar bermîl petrol bê şandin.

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.