Hinek însanan wek zanîn ji bo FETO tên hebakirin

Hinek însanan wek zanîn ji bo FETO tên hebakirin

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê hemwelatê ku di bergeha lêpirsîna FETO de ji karê xwe bû bûye diyar kir ku mexdûr bûye û berê jî bi hedîseyên trajîkomîk re rû bi rû maye.

Li Diyarbekirê hemwelatê bi navê Islahaddîn Ateşê ku di bergeha lêpirsîna FETO de ji karê xwe bû bûye diyar kir ku mexdûr bûye û berê jî bi hedîseyên trajîkomîk re rû bi rû maye. Ji ber vê yekê wî xwest ku mexdûriyeta wî were çareserkirin.

Islahaddîn Ateşê ku li Diyarbekirê di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê de dixebitiya bi binasiya ku endamê FETO ye ji karê xwe hatiye îxrackirin. Ateş diyar kir ku wî di sala 1991ê de dema mela bûye bi binasiya endambûna PKKê û di sala 2001an de jî dema di nexweşxanekî de dixebitiya bi binasiya ku endamê Hîzbullah e ji wêzîfê hatiye îxrackirin.

Ateş diyar kir ku mexdûriyetên hatiye serê wî bes ev nebûye. Ji ber vê yekê bertek nîşan da.

“7 sal ez ji PKKê di DGMya Diyarbekirê de hatim darizandin, di encama mehkemê de hatim serbestberdan”

Ateş diyar kir dema ku cara yekem hat mexdûrkirin di Gundê Tokçaya navçeya Hezroya Diyarbekirê de mela bûye. Wê çaxê gund dest bi valakirinê hatiye kirin. Wî bi xwe jî dema ku xwestiye ji gund derkeve hatiye binçavkirin. Dûvre Ateş wiha pê de çû:

“Min di sala 1988an li Gundê Tokçaya navçeya Hezroya Diyarbekirê dest bi melatiyê kir. Di sala 1991an de ji ber sedemên êrîşên PKKê dewlet herkesê ji gund derxist. Min jî dema ku hewl da ji gund derkevim ez hatim binçavkirin. 3 roj ez di nezaretê de mam. Min got têkiliya min bi PKKê re tune. Guh nedan min. Dûvre min sewqê mehkemê kirin. 7 sal ez ji PKKê di DGMya Diyarbekirê de hatim darizandin, di encama mehkemê de hatim serbestberdan.”

“Bi sûcdariya endambûna Hîzbûllah ez 4 meh di girtîgehê de razam”

Ateş diyar kir ku wî piştî 2 salan di sala 1993yan de di Zanîngeha Dîclê dest bi kar kiriye û bi sûcdariya endambûna Hîzbullah wî di saziya ku dixebitiya de binçav kirine. Dûvre Ateş wiha pê de çû: “Ez sala 2001an de di Nexweşxaneya Zanîngeha Dîclê de di bexşa cerrahiya beyînê de wek personel xebitîm. Rojek dema ez ji nobetê derketin da ku biçim mal çend kes çavên min girtin, destên min kelepçe kirin û min avêtin nav erebê. Dûvre dema min firset dît ji wan pirsî diyar kirin ku bi binasiya endamê Hîzbullah e hatiye binçavkirin. Bi sûcdariya endambûna Hîzbûllah ez 4 meh di girtîgehê de razam. Dûvre min bi zorî mexdûriyeta xwe anî ziman. Ez hatim serbestberdan. Tezmînatê dan min.”

Piştî mexdûriyeta hanê jî Ateş destnîşan kir ku wî ji bo jiyana xwe bi rêk û pêk bike di sala 2003yan de dûbare wek personelê ewlehiyê dest bi kar kiriye. Ateş diyar kir ku piştî 13 salan ew vê carê bi binasiya endambûna FETO ji wezîfê hatiye îxrackirin.

“Dem amin nimêj kiriye ez gor şeytanê çûme lê gor FETO neçûme”

Ateş diyar kir ku di bergeha lêpirsîna FETO de dest danîne ser sertîfîkaya wî. Dûvre Ateş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Polês hat mala me û diyar kir ku ji teref walîtiyê ve dest li ser sertîfîkaya wî hatiye danîn. Ez nizanim sûcê min çiye. Bila sûcê min ji min re bibêjin da ku bizanim. Dibêjin tu endamê FETO yî. 8 zarokên min hene. Wan didim xwendin. Bes hezar û 500 lîre distînim. Ez çawa piştgiriya kesên din bikim. Ez li zarokên xwe binêrim ya piştgirî bidim kesên din. Ez herî zêde ji FETO û şeytanê nefret dikim. Dem amin nimêj kiriye ez gor şeytanê çûme lê gor FETO neçûme.”

Ateş diyar kir ev îftira ye avêtine sitûyê wî û wî berê bi binasiya endambûna PKK, dûvre Hîzbûllah û herî dawî jî bi binasiya endambûna FETO ji karê wî kirine.

“Kesên ku têkiliya wan bi tu kesî re tune heba dikin”

Ateş wiha pê de çû: “Ji xeynî vê yekê ez bi hiqûqnasan re axivîm. Ez di derbeya FETO a ku 15ê Tîrmehê pêk anî de çûm ber zasiya AK Partiyê. Kesên ku têkiliya wan bi tu kesî re tune heba dikin.” (ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.