Hinek Li Ber Guherînê Radibin
Rojnameya Doğruhaberê vê hefteyê, bi navê “hinek li ber guherînê meydan dixwînin” komploya qirêj ya li ber Huda Parê ya li Batmanê kire manşet
Rojnameya Doğruhaberê vê hefteyê, bi navê “hinek li ber guherînê meydan dixwînin” komploya qirêj ya li ber Huda Parê ya li Batmanê kire manşet. Da zanîn ku pêvajo guherî, qanûn guherîn, lê hinek xûyên xwe yên berê didomînin.
Pey pêvajoya vebûnê, li herêmê rewşeke erênî pêk hat. Lê şebekeyên kûr yên ji vê rewşa nerm nerihet dibin, dixwazin bi komployan, herêmê têxin gemariya kevn. Komploya ku li Batmanê hat bikaranîn, eşkere kir ku rêxistinên qirêj hê feal in.
Qezetê diyar kir ku xelkê herêmê, ji berdewamiya fealiyetên şebekeyên Ergenekonwarî nerihet e. Wezîrê karên hundir, ji bo lêkolînê mifettîşan naşîne. Ev jî dibe sebebê bertek û tepkiyan. Şebekeyên han, sûcên sexte ava dikin û binçavkirinên kêfî pêk tînin. Ev jî nîşan didin ku zihniyeta hêzên zebtî ya kûr, li ber hizûr û xweşiya herêm û pêvajoyê radibin.
Li ser rewşê parêzer Ebdulğanî Orhan wiha got: “Pey ku beyan û daxuyanîyên parlementerên Bdp û Kckê derew derketin, tewr û kirinên polîs, bûn operasyona şofandina Bdp û Pkkê.”
Parêzer Mûrad Sadak jî wiha got: “Tê gotin ku V.G li ser îfadeya şahidekî veşartî hatiye girtin. Eger ev îddîa rast bin, mehkemê kullen qirarekî kêfî daye û bêhiqûqî me’mele kiriye. Lewra îfadeyên şahidên dizî, bi tena serê xwe, wek delîl nayên qebûlkirin.” Her wiha qezetê ji ber komployê, neheqiyên ku malbata V.Gyê marûz bûne jî da ser manşetê.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.